Her kes daxwaza pêkanîna peyamên rêber APO ên ji bo azadî, aşîtî û demokratîkbûnê..Çavdêrê siyasî Cume Kerîm da zanîn ku divê piştgirî bi Peyamên Rêber Apo re were kirin.
Di hevdîtinên şandeya DEM Partî ya bi Rêber Apo re, derket holê ku Rêber Apo ji bo çareseriyek dîrokî di nava hewldanên mezindeye.
Derbarê peyamên dîrokî yên Rêber Apo de çavdêrê siyasî Cume Kerîm axivî û got:
Pêvajoya aştiyê li gel gelê Kurd û Rêber Apo, pêvajoyek stratejîke û Kurd parastinê li mafê xwe dikin.
Îro ji bo herêmê aştî pêwîstiyeke, aştiya niha ya li Tirkiyê pêk were, wê li Rojhilata Navîn jî bibe hêvênê aştiyê, ji ber ku aştiya li Rojhilata Navîn wê bibe aramiya hemû cîhanê.
Cume Kerîm diyar kir ku Peyamên Rêber Apo ên di hevdîtina yekem û duyem de yên li ser pêwîstiya aştiyê ya ji bo gelan gelek girîngin û wiha anî ziman:
Rêber Apo dibêje, xwe ji bo pêvajoyek aştiyê kom bikin, ji ber ku aştî mîsoger nebe, wê rewşa Suriyê li welatên din jî pêk bê.
Divê her kes piştgiryê bide peyamên rêber APO.



