Meclisa Girkê Legê bi hemû derfetên xwe pêdiviyên koçberên Efrîn dabîn dike û di van şert û mercên dijwar de destekê dide wan.
27’ê Mijdara 2024’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Şehbayê kir.
Di encamê de koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê koçber bûn û li herêmên cuda yên kantonên Cizîrê, Reqa û Tebqayê bi cih bûn.
Meclisa Girkê Legê jî hewl dide ku pêdiviyên koçberan dabîn bike.
Di vê çarçoveyê de, şêniyê bi navê Kemal Hesen ê ji Efrînê ye got:
Em bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku piştgiriya koçberan bikin.
Divê êrişên dewleta Tirk rawestin û em jî vegerin bajarê xwe.
Litfiye Seydo ya ji Efrinê jî dibêje:
Em dixwazin vegerin bajarê xwe. Ev mafê me ye.
Cîgira hevserokatiya Meclisa Bajarê Girkê Legê Eyşe Derwîş jî diyar kir ku meclisê pêdiviyên koçberan dabîn kirine û bi her kesî re hevkar e, ji bo ku pirsgirêkan çareser bike.



