Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Dêra Zorê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker sûcên sîstematîk li dijî gelê herêmê dike.
Meclisê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan jî şermezar kir.
Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Dêra Zorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujiyên li Bendava Tişrîn û kantona Firatê şermezar kirin.
Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê li ber avahiya Meclisa Rêveber a Dêra Zorê hat dayîn û ji aliyê endama Meclisa Demokratîk a Gelan Raniya El Hebo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefkirina nobedarên bendava Tişrînê û komkujiyên li bajarên Zirgan, Sirîn û Kobanê bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin: “Ev kiryar sûcên sîstematîk û bi zanebûn in ku tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dikin.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî hate kirin ku demildest destwerdanê bikin, êrişan rawestînin û berpirsên wan li gorî qanûnên navneteweyî bidarizînin.



