Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê di merasîma şehîd Ehmed Elî Mihemed de piştgiriya xwe ji bo QSD’ê nîşan da û diyar kir ku dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo şervanê QSD’ê Ehmed Elî Mihemed ku 7’ê Çileyê di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, merasîma bîranînê li gundê Kebîbe yê bajarokê Til Marûf li dar xist.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Hezaî axivî û anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin.
Ji rêveberên Meclisa Têkiliyên Leşkerî ya bajarê Qamişloyê Mihemed Zêdan jî îşaret bi berxwedana QSD’ê kir û da zanîn ku QSD ji destpêka hatiye avakirin civak û yekitiya xaka Sûriyê diparêze.
Mihemed Zêdan diyar kir ku dê heya avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî têkoşînê bikin.
Di merasmê de endama PYD’ê Necah El Qeso axivî û diyar kir ku Sûriye di hemû aliyan de di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, zextên navneteweyî hene û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca kûrkirina aloziyê dewam dikin.
Bi navê eşîrên Ereban jî Şêx Hisên El Sade jî piştgiriya xwe ji bo QSD’ê anî ziman û got: “Em ê heya bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê û vegera koçberan a li warên wan, li ber xwe bidin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ehmed Elî Mihemed hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan bi dawî bû.



