Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bîlançoya şehîd û birîndar ên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî herêmê de ragihand.
Li gor Desteya Tenduristiyê 41 şehîd û 245 kes jî birîndar in.
Ji birîndaran 7 rojnamevan û 6 endamên tîmên tibî ne.
Li gorî hurgiliyan, ji 8ˋê Çileyê heta roja îro ve, li herêma Bendava Tişrînê û li ser bendavê bi xwe 24 sivîl şehîd bûn û 221 jî birîndar bûne.
Li kantona Firatê, bi taybet li bajarê Sirînê jî, di encama êrişa 25ˋê Çileyê de di nav de zarok 12 kes şehîd bûn û 13 birîndar bûne.
Her wiha duh jî balafireke bêmirov li Kobanê malek bombebaran kiribû, di encamê de 2 kes şehîd bûn û jinek jî birîndar bû.
Li kantona Cizîrê jî, bi taybet li bajarê Zirgan û gundewarê wî, di encama êrişa 25ˋê Çileyê de di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û di nav de 4 zarok û 3 jin 10 kes birîndar bûn.



