Siwêdayê ragihand ku ew seroktiya Ebû Mihemed El-Colanî qebûl nakin.
Her wekî ragihand ku ew hemû biryarên dawiyê jî red dikin.
Komîteya siyasî ya Desteya Giştî ya Tevgera Siwêdayê got ku ew biryara seroktiya El-Colanî û hemû biryarên ku ji hikûmeta wî derketine qebûl nakin.
Li gor komîteyê seroktiya Colanî û biryarên wê ne rewa ne.
Xelkê Siwêdayê: Em diyaloga niştîmanî dixwazin
Li tenişta vê yekê, bi dehan ji xelk Siwêdayê kom bûn û seroktiya Colanî red kirin.
Beşdaran bi pankartan bang kir ku divê diyaloga niştîmanî çêbibe û hêzên sivîl beşdar bibin.
Di heman demê de, sepandina dewletê û hukimên olî û radîkal red kirin.



