Gerîlayên YJA Starê li Zap û Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî kirine.
Ji ber çalakiyan tevgera dagirkeran hate rawestandin û kamêreyek mobesse hate bêkêrkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di nava 3’ê rojên borî de 4 caran li dagirkeran dan.
Di encama çalakiyên gerîlayên YJA Starê de tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Her wiha gerîlayan li Herêma Metînayê jî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê bêkêr kir.
Qadên gerîla 36 caran hate bombebarankirin
HPG’Ê ragihand ku dagirkeran di nava du rojên borî de 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 19 caran bi balafirên şer 9 caran jî bi helîkopterên êrişê qadên gerîla bombebaran kirin.



