Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û girtiyên din re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de agahiyên têkildarî hevdîtina dawî ya li Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hatibû kirin hatin parvekirin.
Têkildarî pêvajoyê nirxandin hate kirin û li pêşniyarên girtiyên jin hate guhdarîkirin.
Leyla Guven û girtiyên din ên jin, di hevdîtinê de gotin ku ew piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya Rêber Abdullah Ocalan û dê xwedî li vîna çareseriyê derkevin.



