65 kesayetên naskirî yên Sûriyê ji bo avakirina pergaleke demokratîk û azad dest bi pêngava komkirina îmzeyan kirin.
Ji dîaspora û Sûriyê gelek nivîskar, parêzer, aktîvîstên mafên mirovan û fîlmçêkeran piştgirî dan metna kampanyayê ku tê de bi taybetî qala meseleya Kurd dike.
Li gorî nûçeya AFP’ê di metnê de tê destnîşankirin ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê re di çarçoveya pergaleke ne-navendî, pirsgirêka Kurd bi rengekî wekhev bê çareserkirin.
65 rewşenbîran daxwaza mafên bingehîn û azadiyê kir
Kesên ku îmze kirin daxwaz kirin ku bila azadiya baweriyê, jinûveavakirina azadiya cemawerî û mafê avakirina sandîka û partiyên serbixwe, hebe.
Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku divê sîstemeke siyasî bê avakirin ku gelê Sûriyê di oxira wê de rabe ser piyan.
Ji bo dema derbasbûnê jî banga qebûlkirina destûra bingehîn a nû hate kirin.
Nivîskar Faruk Mardam Bey, Samar Yazbek û Yasin El Hac Salih jî, ji îmzekarên kampanyayê ne.



