Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava li bajarê Torîno yê Îtalyayê li ber televîzyona Raî TV hate şermezarkirin.
Çalakiya protestoyî ji aliyê xebatkarên Defend Kurt ve hat lidarxistin.
Çalakgeran êrişên dewleta Tirk yên li ser sivîlan bibîr xistin û bang li raya giştî kirin ku helwestekê bigirin.
Her wiha bêhelwestiya xebatkarên çapemeniyê yên dewleta Îtalyayê û xebatkarên çapemeniyê yên Raî TV’yê hate rexnekirin.
Çalakgeran berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin û diyar kirin ku wê têkoşîna wan ya ji bo Rojava dewam bike.



