Malpereke fransî “Media Part” derbarê rewşa Efrînê û binpêkirinên ku lê çêdibin, raporeke berfireh belav kir.
Di rapora xwe dibêje ku tevî hilweşîna rejîma Beşar El-Esed jî lê hîna Efrîn ji hêla komên girêdayî Tirkiyê ve dagirkirî ye.
Rapor destnîşan dike ku ew komên Tirkiyê li dijî şêniyên Efrînê sûcên mezin dikin.
Malpera fransî “Media Part” dibêje ku berê bêtirî 80% ji şêniyên Efrînê Kurd bûn, lê bêtirî 350 hezar kes koçber bûn.
Her wekî destnîşan dike ku komên girêdayî Tirkiyê peykerê Kawayê Hesinkar û gelek sembolên kurdan hilweşandin.
Rapor belê dibe ser guhertina demografîk jî û dibêje ku li şûna şêniyên resen malbatên çekdaran an kesên din tên bicihkirin.
Di rapora malpera fransî de tê gotin ku çekdarên girêdayî Tirkiyê şûnwar, darên berhmedar û ên zeytûnan tev talan û wêran kirin.
https://www.mediapart.fr/journal/international/270125/en-syrie-les-groupes-proturcs-font-regner-la-terreur-sur-la-montagne-des-kurdes


