Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bang kir ku şandeya çavdêrên navneteweyî ya ku Nîsana 2012`an hatiye avakirin, ji nû ve bê çalakkirin.
Berdewama daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:
“Em îro li welatê xwe Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî û derbas dibin.
Bi milyonan gelê Sûriyeyê jî li derveyî dijîn û bi sed hezaran jî bi darê zorê li hundirê Sûriyeyê koçber bûne û nikarin vegerin cihên xwe yên resen.
Ji ber vê yekê jî em dibînin ku pêwîstî bi beşdarbûna rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar ji bo peydakirina vegera dildar û ewle ya hemû koçber û penaberên ji hundirê Sûriyê, heye.
Em dibînin ku pêwîst e şandeyeke çavdêrên navneteweyî ku di Nîsana 2012`an de bi biryara Encûmena Ewlekariyê ji bo Sûriyeyê hatibû damezrandin û xalên nakokiyê yên heyî li Sûriyê bixe bin çavdêriya xwe de di nav de Bendava Tişrînê.
Ew jî ji bo garantiya rawestandina şer û pêkanîna aştiyê her wiha peydakirina vegera ewle ya koçber û penaberên sûrî ji herêmên wan ên resen re û bi koordîneya hêzên herêmî re”



