Cîgirê hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman diyar kir ku têgiha nenavendîtî li Sûriyeyê şaş tê fêmkirin û bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji ezmûnên Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî sûdê wergirin.
Yasir El Silêman diyar kir ku nenavendîbûn nayê wateya parçekirina Sûriyeyê wekî ku hin aliyên ku nenavendîbûnê wek projeyeke parçebûnê dinirxînin.
Her tişt dikare di çarçoveya yekitiya xaka Sûriyeyê û yekitiya pêkhateyên wê de were çareserkirin.
Nêrîna rêveberiya xweser ew e ku divê li Sûriyeyê demokrasiyeke piralî çêbibe ku her kes bi azadî û rûmet bijî da ku rêyên ji nû ve avakirina Sûriyeyê bêne vekirin.
El Silêman her wiha destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya ku li herêmên Rêveberiya Xweser tê pêkanîn, xizmeta hemû gelê Sûriyeyê dike.
Her wiha hêviya xwe ya sûdwergirtina ji vê ezmûnê û ji ezmûn û gelên din ên demokratîk, anî ziman.



