Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê belavkirina mazotê li cotkaran didomîne.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê di çarçoveya destekkirina qada çandiniyê û piştevaniya cotkaran de, para yekemîn a mazotê li cotkaran belav dike.
Desteyê li Dêrazorê heya 24’ê Çileyê 4 milyon û 685 hezar û 960 lître mazota baş ji bo kooperatîfên çandiniyê û bîran li cotkaran belav kiriye.
Desteyê ji bo her donimeke zevî ku bi rêya ava çemê Firatê an kenalên çandinê tê avdan, 10 lître mazot diyar kiriye.
Ji bo avdana bi rêya bîran jî 20 lître ji bo her donimekî diyar kiriye û buhayê her lîtreyekê bi hezar û 350 lîreyên Sûriyeyê ye.
Plana çandiniyê ya mewsima zivistanî ya ku Desteya Çandiniyê diyar kiriye ji sedî 60 e.
Desteya Çandinî û Avdanê diyar kir ku belavkirina para yekemîn a mazotê destekkirina qada çandiniyê û piştevaniya cotkaran e.



