Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem da zanîn ku Tirkiye kaosa li Sûriyê bikar tîne û dijminatiya gelê Kurd dike û got:”Têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e”.
Li hemberî êrîş û komkujiyên komên cîhadîstên tundraw ên li Sûriyê yên li ser Elewiyan û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gelê Kurd Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem axivî û got:
Polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku dijminatiya gelê Kurd dike, hewl dide ku vê kaosê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bîne.
Suleyman Deprem anî ziman ku dijminatiya li hemberî Elewiyan a li erdnigariya Îslamê jî bi temamî ji ber felsefeya jiyana komunal e û wiha pê de çû:
Felsefeya Elewiyan a ku parvekirinê, aştiyê û hezkirinê esas digire, ne di çarçoveya berjewendiyên pergala kapîtalîst de ye.
Suleyman da zanîn ku berxwedanan gelê kurd bala hemû cîhanê kişandiye û wiha bi dawî kir:
Bingeha ku ji aliyê berxwedana gelê Kurd hatiye avakirin, li hemberî vê tabloya reş û tarî hêviyeke mezin e.



