Rêveberê Partiya Komunîsta Kurdistanê yê Germiyan Hawrê Fazil bal kişand ser êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û got:
“Dewleta Tirk sed sale gelê Kurd dikuje. Divê hikûmet û partiyên siyasî li dijî êrişên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.”
Hawrê Fazil destnîşan kir dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne û wiha domand:
“Vê jî ji ber tirsa guherîn û vegûherînên li herêmê pêk tên dike.
Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan tenê serî li tundiyê dide.
Êrîşên Tirkiyê ji ber lawazbûna wê ye.
Bi şehîdkirina çend welatî û berpirsan pirsa Kurd dawî nabe.
Divê sûcên Tirkiyê bên belgekirin û ji bo dadgehan bê şandin û lêkolînkirin.”
Fazil di dawiyê de anî ziman ku pêwîstî bi helwesteke giştî heye û ev bang kir:
“Divê çalakiyên nerazîbûnê li bajar û navçeyan bên kirin.”



