Parêzerek Rêbîn Şemamkî diyar kir ku erka piştgiriya dayîna Rojavayê Kurdistanê dikeve ser milê parçeyên din yên Kurdistanê.
Parêzerek û welatiyek yê ji bajarê Silêmaniyê li ser girtina Deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve ji bo gihandina alîkariya mirovî ve, axivîn û wiha got:
“Îro Rojava di ber derfeteke mezin de ye, lê di heman demê de jî di ber êrişên dagirkirinê û tunekirinê de ye.
Di asta neteweyî de piştgiriyeke mezin heye, lê di asta hizbî de dibe ku aliyekî wisa bifikire ku ger Rojava serkeve, wê ew têk biçe.
Niha jî hinek jî partiyên di bin bandora dewleta herêmî de hene, wek PDK’ê ku di bin bandora Tirkiyê de ye.”
Her wiha welatiyê bi navê Kemal Mihemed yê ji bajarê Silêmaniyê ye, li ser piştgirî û alîkariya ji Rojavayê Kurdistanê re wiha got:
“Em wek welatiyên Silêmaniyê her tim ji bo her sê parçeyên Kurdistanê alîkar û piştgir bûne.



