Jina bi navê Hêvî Îbrahîm Hesen di salên 1990’î de Têkoşîna Azadiya Kurd nas kir û ji bo parastina mal, tax û kolanên xwe têdikoşe û dibêje: “Bendava Tişrînê rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin.”
Hatina Rêber Apo ya Rojava di sala 1979’an Ji bo gelê Kurd ronahiya hêviyeke nû çêkir.
Ev rewş gelek kes ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe teşwîq dike.
Hêvî Îbrahîm Hesen a 56 salî yek ji wan kesan e.
Hevî ku li bajarê Qamişlo ji dayik bû, di salên 1990’î de Têkoşîna Azadiya Kurd nas dike û tevlî xebatên rêxistinkirina gel dibe û dibêje:
Me bawer dikir ku wê fikrên Rêber Apo gelê me ronî bike.
Li diî zilma rêjîma Baas jî me serê xwe ne tewand û têkoşîna xwe dewam kir.
Hêvî ku tevkarî li piştevaniya civakî û têgihiştina parastina cewherî kir bû bingehên Şoreşa Rojava.
Hêvî Îbrahîm Hesen ku ji malbata xwe 16 şehîd da û yek ji dayikên ku di 17’ê Çileyê de tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûye ye û di vê derbarê de got:
Bendava Tişrînê rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin.



