Li bajarê Philadelphia yê Emerîka helîkopterek li ser taxek bajêr ketiye xwarê.
Li gorî agahiyan helîkopter bi ser taxekê de ketiye xwarê û 6 kes jiyana xwe ji dest dan, gelek kesên li taxê jî birîndar bûne.
Tê gotin piştî ketina helîkopterê agir bi xaniyan jî ketiye.
Piştî bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê.
Hêjayî gotinê ye beriya heftiyekê jî helîkopterek leşkerî û balafirek rêwiyan lihev ketibûn û 67 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.



