Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan bi daxuyaniyekê êriş û kuştinkirirna zarokan şermezar kirin.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û kuştinkirirna zarokan şermezar kirin.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Hîlala Zêrîn a li Kobanê ji aliyê endama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Ehlam Ebdî ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Her kes dibîne ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 13 sal e berdêla şer û êrişên çetyên dewleta Tirk a dagirker didin.
Ne tenê ji ber ku em rojane têne kuştin û rastî birinên giran ên ku dibin sedema seqetbûna bedenî jî, ji ber bandorên psîkolojîk ku heya dawiya jiyana me bi me re bin û em nekarin ji wan xelas bibin.
Îro em dibînin ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dixwaze dagirkeriya xwe ya li ser axa me fireh bike, lewma êriş dike û bi awayekî hovane li ber çavê cîhanê zarokan dikuje.
Lê her kes dizanin ku tu carî zarok ji bo ewlehiya neteweyekê nebûne xetere, lê ji ber ku em zarokên Kurd in ew dixwaze me bikuje, berî ku em daxwaz bikin ku em bi azadî li ser axa xwe ya ku bi xwîna xwişk û birayên me hatiye avdan, bijîn.
Bê guman em zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û zarokên Kurd bi taybetî, em ê bibin pêşeroja azad a welatê xwe. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî zarokan dê bibin şerma hemû cîhanê.
Ger li hemberî mafên me bê deng bimînin û bibin şirîkên binpêkirina zarokatiya me û mafên me yên herî bingehîn ji destê me digirin, mafê tu kesî nîn e ku me bikujin, me dûrî ziman û dibistanên me bixin.
Mafê dewleta Tirk nîn e me ji lîstikên zarokan qut bike û bi armancên xwe yên paşverû re mijûl bikin.”



