Li Qamişlo û Reqayê jinan nerazîbûn li dijî beşdariya kujerên Hevrîn Xelef di desthilata Şamê de da û diyar kir ku cihên qatilên jinan di Sûriyeya demokratîk de nîn e.
Li bajarê Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jinan li dijî beşdarbûna çeteyê qatilê Sekrerata Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra di kongreya li Şamê de, meşiyan.
Di meşê de wêneyên Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan hatin bilindkirin ku 12’ê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyê Ehrar El Şerqiye Hatim Ebû Şeqra ve hatibûn qetilkirin.
Her wiha pankartên bi nivîsên “Cihê qatilên jinan di Sûriyeya demokratîk de nîn e”, “Qatilên jinan nûnertiya me nakin”, “Na ji qetilkirina jinan re” jî hatin vekirin û bê navbera dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.
Piştî meş rawestiya, dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û got: “Qatil çawa cihê xwe di desthilata Şamê de digirin? Em qebûl nakin ku qatilên ku axa Sûriyeyê qirêj dikin cihê xwe di desthilata nû de bigirin.”
Sûad Mistefa diyar kir ku çete Ebû Şeqra bi kemînekê keça wê bi awayekî hovane qetil kir û wiha domand “Bi vê yekê xwestin tirsê bixin dilê jinên pêşeng.
Lê ev sûc û kiryar meşa azadiyê ya jinan têk nabe. Jinên Kurd, Ereb û Suryan dibêjin: em li vir in, em hemû Hevrîn in. Em koletiyê qebûl nakin û qatilên jinan li Sûriyê qebûl nakin.”
Sûad Mistefa pirsa çawa El Colanî xwe kiriye serokê demkî yê Sûriyê bêyî ku li biryara gel vegere kir û wiha li axaftina xwe zêde kir “Desthilata ku destê wê di xwîna jin û sûriyeyan de heye û bûye piyong di destê Erdogan de, nûnertiya me nake.
Em desthilata ku Rêveberiya Xweser nas nake, qebûl nake.
Heya gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê derveyî mala xwe bin em ê desthilatê we nas nekin.”
Endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo jî axivî û banga parastina mafên jinan kir.
Şêraz Hemo got: “Em jiyana ku mafên jinan paşguh dike, qebûl nakin. Dema em behsa Sûriyeya nû dikin, divê destpêkê azadî û edaletî pêk were û mafên jinan werin parastin.”
Şêraz Hemo di dewama axaftina xwe de beşdariya çete Ebû Şeqra di desthilata Şamê de pirsî û got “Dîroka wan bi xwînê dagirtî ye, ma dê çawa bi vê zihniyetê welat bi rêve bibin.”
Şêraz Hemo îşart bi vê yekê kir ku divê rola jinan di hemû qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de di avakirina Sûriya siberojê de hebe. Her wiha bang li hemû jinan kir ku hemberî vê zihniyetê dengê xwe bikin yek.
Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Parka Şehîd Hevrîn Xelef bi amadebûna endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê hat dayîn.
Berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatima El Elî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de beşdariya çete Hatim Ebû Şeqra di şahiya siyasî ya li Şamê de hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku “Ev yek bêheqiyek li edaletê û bêrêziya li xwîna sivîlan e.
Di heman demê de berdewama tevkariya bi kujer û sûcdaran re ye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêyî hesabpirsînê ji sûcdaran aştî pêk nayê û bang hat kirin ku divê çete sewqî edaletê werin kirin û li gorî qanûnên navneteweyî werin darizandin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ” Bêdengiya civaka navneteweyî li hember van sûcan nîşan dide ku îradeyek rasteqîn ji bo pêkanîna dadmendiyê tune ye.
Jinên sûriyeyî wê qebûl nakin, ji ber ku wan di têkoşîna azadî û demokrasiyê de soza tolhildanê xwîna şehîd Hevrîn Xelef û hemû şehîdên Sûriyeyê dane.
Daxwaze me helwestek ji rêzê nine, lê belê mafekî mirovî ye ku em jê nayên xwarin.
Divê edalet bingeha sereke ya her çareseriyeke siyasî yan civakî li Sûriyeyê be.
Nabe mafên qurbaniyan werin paşguhkirin, ji ber ku çavgirtina li van sûcan mîna pêkanîna sûcan e.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn “Em soz didin şehîdan ku em ê heya avakirina Sûriyeke ya bi îradeya jina azad, avakirina Sûriyeke pirrengî ya ne navendî ji bo tevahî Sûriyeyan tê bikoşin.”



