Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî-Sûriyî ye û armanca wê parastina welat, yekitiya xak û gelê wê ye û got:
“Em destekê didin her însiyatîfek ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê, lê divê ne li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be.”
Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji gelê bajêr re civînek li hola meclisa bajêr li dar xist. Partiyê di civînê de pêşdeçûnên siyasî yên li qada Sûriyeyê nîqaş kirin.
Di civînê de girseya gel, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên bajêr beşdar bûn.
Her wiha di civînê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen li ser pêşdeçûnên li Sûriyê axivî û diyar kir ku li welat pêşdeçûnên lez hene, ku divê bi baldarî werin şopandin.
Hesen behsa rêgezên bingehîn ên Rêveberiya Xweser kir û got: “Yek ji wan rêgezan yekitiya xakê û gelê Sûriyê ye. Ev proje, projeyeke nîştimanî-Sûriyeyî ye.”
Hesen îşaret bi fedakariyên mezin ên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira parastina vê projeyê de kir û wiha pê de çû: “Gelên me di oxira pêkanîna vê armancê de tê koşiya û bi hezaran şehîd dan.”
Der barê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê de Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bênavber êripşên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, sûc û komkujyên dijî gel dewam dike, her wiha li herêmên dagirkirî ji Efrînê bigire heta bi Serêkaniyê û Girê Spî sûcên wê didomin.
Hesen got pêkanîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe di oxira parastina projeya neteweya demokratîk têkoşînê didomînin û wiha li gotina xwe zêde kir: “Me soz daye şehîdên xwe ku vê projeyê bidomînin.”
Di dawiya axaftina xwe de Hesen diyar kir ku wê Partiya Sûriya Pêşerojê destekê bide her însiyatîfeke ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê, lê divê ew yek ne li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.
Civîn bi guhdarîkirina li nêrînên beşdaran ên der barê pêşdeçûnan û bersivdana pirsên wan de bi dawî bû



