MSDˋê di rûnişteke diyalogê ya li Reqayê de bang li partiyên siyasî kir ku civîneke çapemeniyê li dar bixin, ku nêrînên xwe yên têkildarî siberoja Sûriyeya nû de nîqaş bikin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li hola civînan a avahiha xwe ya li bajarê Reqayê bi beşdariya endamên meclisa û Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Muhafezekeran, Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî, Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) rûniştineke diyalogê li dar xist.
Di rûniştinê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˋê Hesen Mihemed axivî û got qonaxa siyasî ya Sûriyeyê tê de dijî pêdiviya xwe bi roleke aktîf a partiyan heye.
Mihemed anî ziman ku pêşwîst bi dîtina çareseriyeke bingehîn ji van binpêkirinên li dijî Sûriyeyiyan re heye.
Mihemed diyar kir ku “binpêkirinên” endamên Heyet Tehrîr El Şam ên li dijî Sûriyeyiyan êdî ber bi aliyekî xeternak ve diçin û rûyê rast ên komên di bin serweriya HTŞˋê de aşkera dike.
Mihemed wiha domand: “Hiştina Sûriyê di bin desthilata HTŞˋê de wê bi xwe re xeteriyên mezin li ser siberoja welat bîne. Divê siyasetmedarên Sûriyî vê yekê red bikin.
Ji ber ku piranî endamên di nava HTŞˋê de li ser asta dewletan di lîsteyên terorê û yên tên xwestin de ye.”
Mihemed wia li gotina xwe zêde kir: “Hilweşîna artêşa berê ya Sûriyeyê û kontrolkirina Sûriyeyiyan wê di pêşerojê de şerekî navxweyî, ji ber siyasetên şaş ên HŞTˋê, bîne. ”
Der barê destwerdana dewleta Tirk li kar û barên Sûriyeyê de jî Mihemed got destwerdana dewleta Tirk li Sûriyeyê li şêweya dewleta Sûriyeyê ya siberojê de gefeke rastîqîn e.
Mihemed got divê partiyên siyasî di çareserkirina rewşa Sûriyeyê de li ser avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirengî ya xwe dispêre bingehên wekhevî û edaletê bixebite.
Hesen Mihemed di dawiyê de bang li tevahî partiyên siyasî kir ku civîneke çapemeniyê li dar bixin, nêrînên xwe yên siyasî yên ji bo siberoja Sûriyeya nû şîrove bikin û bingehên xebitîna li ser wan di pêşerojê de bên danîn.



