Mele Omer El Hemîd yê ku bi xelkê re berê xwe dabû Bendava Tişrînê da ku piştgirtiya hêzên xwe bike, diyar kir ku ew ê wek gel ti carî dest ji parastina axa xwe bernedin û got:
“Ev berxwedanî ji bo me yan hebûne yan nebûne.”
Mele Omer El Hemîd anî ziman ku xelk ji bo parastina ax û rûmeta xwe bikin bi şervanên xwe re dibin yek û wiha domand:
“Berxwedana Bendava Tişrînê bûye kelha berxwedana dîrokî û sitûna xweparastina gel û axa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di vê berxwedaniyê de gel ji tevahî netewan destek didin û tevlî vê têkoşînê dibin.”
Mele Omer El Hemîd destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku bi navê Îslamê tevdigere, ew bixwe li dijî zagonên Îslamê derdikeve û got:
“Em ê berxwedana xwe heta rawestandina êrîşan bidomînin.
Me berxwedana xwe ji ola xwe ya aştî û îslamê girtiye.
Di olê Îslamê de parastin tişa herî giring e û kesê ku axa welatê din dagir bike wê were cezakirin.
Daxwaza Îslamê ew e ku hemû netew bi rêzgirtin nêzî hev bibin û bi yek dest bi hev re jiyan bikin.”



