Welatiyên Başûrê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê xeteriyê li ser siberoja me çêdike.
Di nava 2 salan de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê 66 welatî şehîd bûn, 41 jî birîndar bûn.
Tevî van daneyan jî ne hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ne jî Iraq nebû xwedî helwest.
Têkildarî van êrişan û bêhelwestiyê hikûmetê welatiyên Başûrê Kudistanê bertek nîşan dan..
Çalakvan û lêkolerê jenosîdan Simko Sabir anî ziman ku hinek alî destê Tirkiye digirin û tînin herêma Başûrê Kurdistanê û wiha anî ziman:
Armanca dewleta Tirk diyare, dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ye..
Nivîskar û Lêkolerê Jenosîdan Simko Sabir bang li hikûmeta herêmê kir ku bibe xwedî helwest û got:
Eger em li hemberê êrişên Tirkiyê bê helwest bin, siberoja me wê bikeve di bin xeteriyê de.



