Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan da zanîn ku li Sûriyê mafên mirovan tên binpêkirin û divê her kesên xwedî wijdan li dijî polîtîkayên HTŞ’ê rabe.
Têkildarî kirin û sûcên HTŞ’ê derheqê sivîl û pêkhateyên li Sûriyê, Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan axivî û got:
Dijminatiya HTŞ’ê û avaniyên mîna wî yên li hemberê jin, Elewiyan û hemû kesên parêzvanên jiyanê nayê veşartin e.
Kuştina Rasa Al-Alî, ne tenê qetilkirina akademîsyenekê ye, nîşana xwestina tunekirina hemû jinan, Elewiyan û kêmnetewan e.
Rasa Al- Alî ne tenê akademîsyenek e, sembola berxwedan û azadiyê bû.
Kadriye Dogan diyar kir ku HTŞ’ê dixwaze bi avakirina tirsê di nava civakê de pergala xwe ya şerîatê ava bike û wiha anî ziman:
Divê civak xwedî li helwesta Elewî, Kurd, jin û hemû beşên bindest ên li dijî gefa komkujiyê derkeve.
Eger bêdengî hebe wê ev pêl hê mezintir bibe. Divê her kesên xwedî wijdan li dijî polîtîkayên HTŞ’ê derkeve.



