19 sal berê jineke pêşeng ku guh dida fikra azadî û hezkirina Rêber Apo, li dijî êrişên li ser gelê xwe û komploya navneteweyî ya li ser rêber Apo çalakiya Fedaî pêkanî.
Ji bo şewitandina dijminan û ronîkirina rêya bi dehan jinan bû pêtek agir.
Ew Şehîd Viyan Soran bû.
Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de, jinên ku di her serdemekê de li rêzên pêş yên eniyên berxwedan û têkoşînê de cihê xwe girtin û rola pêşengtiyê leyîstine hene.
Viyan Soran yek ji wan jinên ku di dîroka Kurdan de bû senbola azadiyê.
Viyan Soran kî ye?
Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Soran yan jî Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e.
Di sala 1997’an de beşdarî nava refên PKK dibe.
Viyan di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr ya di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide.
Viyan Soran bi can û bedena xwe, bersiva komploya navneteweyî da û bû çiraya azadiyê
Viyan Soran şeva 1 li ser 2’yê Sibatê sala 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navneteweyî ya li hember Rêber Apo çalakiyek fedayane lidarxist û li pey xwe jî çend name hişt.
şehîd Vîyan di nameya xwe de ev peyam da;
“Ez dixwazim vê ji we re bêjim; êdî dema wê hatiye ku, bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn. Ji bo vê jî şeva 15’ê Sibatê dikim şeva sizakirina wan û mîna volqanekî nefreta hûndirê dilê xwe diteqînim. Di nîvê zivistaneke zor û zehmet de bi têhna agirê bedena xwe ez dixwazim peyamekê bidim û di vê peyamê de bang bikim. Ev peyama min jî peyama azadiyê ye. Banga min jî, banga parastina Rêber Apo, bilindkirina çalakî û tekoşîna gihîştina serkeftinê ye… Lewaziya Kurdan ya her parçeyek dibe lewaziya tevayê Kurdistanê. Çarenivîsa her parçeyek Kurdistanê wek goşt û nînok biheve girêdaye. Bi taybet heya li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, zehmete Kurd bikarin li parçeyên din ên Kurdistanê bi azad bijîn. Li ser vê bingehê bang li gelê Kurd yê Başûr dikim bêdengî û bê berpirsyartî li beramberê şoreşa Bakurê Kurdistanê nepejirînin. Ji berku bêdengî mirinê bi xwere tîne.”
Şehîd Viyan ji bo Rêber Apo wiha dibêje;
“Ji ronahiya şevên tarî Rêber Apo re!
Ez bi hesreta wê yekê bûm ku tenê ji bo kêliyekê be jî te ji nêz de bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim. Lê belê di sala 1998’an de qomploya qirêj a navnetewî ji hundur û derve de ketin navbeyna min û te û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de bûn.”



