Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Copula diyar kir ku desthilatdarî divê ji bo bidawîkirina tecrîdê gavên şênber biavêje û got, “Tecrîda li dijî rêber APO ne li gorî zemîna aştiyê ye.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Rêber Apo re du hevdîtinên cuda pêk anîn.
Tevî wê jî polîtîkayên tecrîdê ku 25 sal in li Îmraliyê tên sepandin, bêyî navber dewam dikin.
Hîna jî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Copula têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo axivî û gt:
Tecrîda li dijî rêber APO û şert û mercên girtina wî ji bo zemîna aştiyê bizerar in.
Divê ev şert û mercên werin bidawîkirin.
Ceylan Akça Copula destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo tê sepandin, belavî hemû qadên jiyanê bûye û wiha anî ziman:
Rêber APO kesayetek siyasî û aktorê sereke ye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de kesayetekî girîng e.
Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bê rakirin.



