Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Beşar Xelef El Sayah re xwest. Şêniyan soza şopandina rêya şehîdan da.
Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û Kombûna Jinan a Zenûbiya sersaxî dan malbata şervanê QSD`ê Beşar Xelîf El Seyah ê ku di 29’ê Çileyê de dema li bajarê Dêr Hafirê erka xwe pêk dianî şehîd bûbû.
Merasîm li ber deriyê mala şehîd a li bajarê Reqayê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Meclisa bajarê Reqayê Heyfa Muslim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Heyfa got: “Şehîd ne tenê navên di rûpelan dîrokê de ne, lê belê ew in ku ji bo xatirê welatê xwe û malbatên xwe tiştên herî bi nirx feda kirin. ”
Heyfa soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna hêviyên wan da.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî jî axivî û got: “Şehîd Beşar canê xwe ji bo xaka xwe feda kir, lewma em soza şopandina rêya wî û hemû şehîdên azadiyê didin. ”
Zuleyxa berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir û got, “Bendava Tişrînê bûye bendava fedaiyan.
Me dît ku dayik, bav, keç û ciwanên me çawa bendavê diparêzin, ji ber ku xwedî vîneke bêhempa ne. ”
Piştî xwendina wesîqeya şehîd, merasîm bi durişmên “bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd” bi dawî bû



