Pêkhateyên Konfederasyona Civakên Kurdistanî KON-MED ên Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanî FCDK-KAWA, li Almaniya banga tevlîbûna çalakiya 15’ê Sibatê ya li dijî tecrîkirin.
Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê wê 15’ê sibatê li Almaniya ji bo azadiya fîzîkî ji Rêber APO ji pirsgirêka kurd re çareserî li Strasbourgê çalakiyek navendî pêk bînin.
Hevserokê FCDK-KAWA Mehmed Çopan derbarê vê çalakiyê de daxuyaniyek da û diyarkir ku divê êdî deriyê Îmraliyê bê vekirin.
Mehmed Çopan ji bo beşdariya çalakiyê ev bang li kurdistaniyan û dostên wan kir:
“Îsal jî em ê bi meşa li Strasbourgê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bikin.
Wekî FCDK-KAWA em ê bi pêkhateyên xwe re dîsa dest bi pêngavê bikin,
Em roja 15’ê sibatê li benda hemû kurdistanî û dostên xwe ne, divê em bi beşdariya xwurt bersivê bidin tecrîdê.”



