Li Silêmaniyê û Mexmûrê, Fermandara YJA-Star Viyan Soran di salvegeriya xwe ya 19’emîn de bi merasîmên cûda hate bibîranîn.
Şehîd Viya li ser gora xwe li silêmaniyê hate bibîranîn.
Çalakvanên siyasî, malbatên şehîdan û hevriyên Viyan Soran di merasîma bîranînê de amade bûn.
Dimerasîma biranînê de bi boneya rojê daxuyaniyek hate dayîn.
Beşdaran Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin û tekoşeriya jina azad bibîranîn û gotin:
“Em dîroka azadiya jinê û gelan bi xwîna şehîdan dinivîsin. Emê li ser xeta şehîdan bin.”
Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn
Li Mexmûrê jî bi heman armancê marasîma bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê li Saziyan Ciwanan, bi pêşengiya Meclîsa jinan ya Îştar hate li darxistin.
Di merasîmê de çalageran sînevîzyonek li ser jiyana jina şoreşger û pêşeng viyan soran temaşekirin.
Li ser wateya rojê axaftin hate kirin û çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi dawî bû.



