Jinên Sûriyê der barê çareseriya siyasî li Sûriyê û beşdarbûna jinên ji pêkhateyên cuda di nivîsandina destûreke nû ya welat de ku mafên wan garantî dike, axivîn.
Jina bi navê sana Yûsif diyar kir ku ew weke jinên Sûriyê Sûriyeke piralî dixwazin û got:
“Pêkanîna van hêviyan, girêdayî asta hişmendiya ramyarî ya civakê ye.”
Narîman Şaban jî destnîşan kir ku yekitî û hevgirtina jinan wê welat ava bike û got:
“Divê em erkên xwe pêk bînin û piştre daxwaza mafên xwe bikin.”
Mamosteya zimanê Erebî Henîfe Ecac jî da zanîn ku her kesê li ser navê Sûriyan biaxive, divê nûnertiya pêdivî û daxwazên wan bike.
Îman Keyalî jî anî ziman ku divê jin dest ji mafên xwe bernedin, û ji bo vegerandina rola xwe ya ji wan hatiye dizîn kar bikin.
Mamosteya zanîngeha Helebê Nataşa Esferî jî diyar kir ku ji bo derbaskirina zehmetiyên li pêşiya wan pêdiviya wan bi xebateke xurt heye û ev yek anî ziman:
“Divê gelek hevdîtin û komxebatên jinan bêne lidarxitin.”



