Bi sedan şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo beşdarî çalakiya nobedariya Bendava Tişrînê bibe, ber bi kendavê ve dimeşin.
Bi sedan şêniyên ji kantona Reqa û Dêrazorê li Çerxerêya Firûsiyê ya Reqayê kom bûn. Girse ber bi Bendava Tişrînê ve dimeşe da ku çalakiya nobetê dewr bigire. Karwanê şêniyan ê kantona Tebqayê jî dê li bajarokê Mehmûdî yê tev li karwanê Reqa û Dêrazorê bibe.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nobetê digire.
Niha jî bi sedan şêniyên kantona Cizîrê piştî ku ji şêniyên kantona Firatê dewr girt, nobetê digirin.



