Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di civîna gel de axivî û got, “Beşdarbûna gel di çalakiya Strasbourgê ya 15 Sibatê de jiyanî ye.”
Zubeyde Zumrut banga başdariya meşê kir û got:
“Pêngava ku me di 10’ê Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin, di heman demê de ji bo jiholêrakirina komployê bû.
Komplo li dijî me hemûyan hate kirin. Komploya li dijî Rêber Apo, komploya qirkirina Kurdan bû.
Di destpêkê de, berxwedana gelê me û berxwedana gerîla komplo vala derxist.
Em ê di vê qonaxê de komplo têk bibin û azadiyz fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Zubeyde ZUmrut di dawiya axaftina xwe de banga beşdarbûna mîtînga di 15’ê Sibatê, kir.



