Çalakvanên li Bendava Tişrînê, daxwaza rawestandina êrişên dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê kirin.
Çalakiya li bendava Tişrînê di roja 29`mîn de berdewam dike.
Gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coş û moraleke xurt berê xwe didin Bendava Tişrînê .
Tevî êriş li ser wan lê cardin bi israrin ku berxwedanê berdewam bikin.
Duh careke din derdora bendavê rastî topbaraneke tund hatkirin, çalakvanan serê sibê çalakî lidar xistin û hêrsa xwe li hember êrişan nîşan dan û xwestin ku êriş rawestin.
Çalakvanan tekez kirin ku heta ku êriş rawestin ewê bendava Tişrînê debin.



