Bi sedan gelê bajarê Dirbêsiyê, li bin konê sersaxiyê yê li gundê Melek hatiye vedan, sersaxî da malbatên her du şehîdan Hêva Erebo û Dilawer Erebo û got têkoşîna gelan a li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan xewnên dewleta Tirk têk birin.
Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê sersaxî da malbatên her du şehîdan Hêva Erebo û Dilawer Erebo. Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û Hogir Dirbêsiyê (Hogir Dirbêsiyê) di 27ˋê Çileyê de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li Kelarê yê bajarê Silêmayê yê Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn.
Konê sersaxiyê li gundê Melek ê bajarê Dirbêsiyê hate vedan. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê, nûnerên ji sazî û meclisên sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî da malbatên her du şehîdan.
Di bin konê sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihyedîn Hesen sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide tevgera azadiyê têk bibe û têkoşîna gelên tolhildêr ên ku xwe dispêrin fikra Rêber Abdullah Ocalan biçewisînin, lê berxwedana gelan hêviyên dewleta Tirk têk birin.”
Bavê şehîd Hêva û apê şehîd Dilawer, Ebdulîlah Erebo axivî û got: “Malbata me di oxira têkoşîna rizgariyê û sekna dijî hewldanên dijmin de 6 şehîd dan, ji ber ku pêdiviya azadiyê bi fedakariyê heye. Em her rêça berxwedanê bişopînin.”
Serdana şêniyan ji konê sersaxiyê re didome.



