5 çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin kuştin.
Fermandariya Amerîkayê ragihand ku ev operasyon di encama hevkariya wan û hêzên Iraqê de pêk hatiye û bi ser ketiye.
CENTCOMê ragihand ku d 31 çileyê de hêzên Ewlekariya Îraqê, bi piştgiriya hêzên Amerîkî, êrîşên asmanî li derdora Kerkûkê pêk anîn, di encamê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Li gor CENTCOMê, ev operasyon beşek ji pêngavên têkbirina DAIŞ’ê û qelskirina hêza wê ye.
Centcom dibêje ku heta niha DAIŞ’ê gefeke li ser herêmê ye û dê şerê li dijî wan dewam bike.



