Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot derbarê rewşa Sûriyê de nirxandin kir.
Wezîr Noel Barrot dibêje ku Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, em dev ji wan bernadin.
Noel Barrot anî ziman ku 13 sal in Kurd şerê komên radikal dikin.
Her wekî Wezîrê Karê Derve yê Fransayê li ser rewşa Suriya Nû wiha dibêje:
“Beşar Esed zilim li gelê xwe û Kurdan dikir.
Kurd di Sûriya Nû de cihê xwe bigirin û em piştgiriya wan dikin.
Me roleke di navbera Mazlûm Ebdî û rêveberiya HTŞ’ê de lîst ku lihevkirinek çêbibe.”
Barrot têkîldarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî ev tişt anî ziman:
“Me ji rayedarên Tirkiyê re pêwendî danî û ji wan xwest ku êrîşî Kurdan nekin.
Piştî ku rejîm ket, dibe ku DAIŞ dîsa zindî bibe, ji bo vê divê dewleta Tirk êrîşên xwe bisekine.”
Di dawiyê de Noel Barrot diyar kir ku 13’ê mehê konferansek çêbibe û Kurd jî di nav de cihê xwe bigire.


