Meşa Dirêj ya di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” di roja 15’an de li herêma Villiers Le Belê ya Firansayê berdewam dike.
Di roja 14’an û 15’an hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê li Ewropayê Zubeyde Zumrut tevlî meşê bû.
Zubeyde Zumrut derbarê Meşa Dirêj de got:
“Felsefe û paradîgmaya Rêber Apo li Rojava jiyanî bû ji tevahî cîhanê re bû mînak, têkoşîna ku gerîla û gelê me dide, Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo, hişt ku dewleta Tirk a dagirker bê neçar bimîne.”
Her wiha Zubeyde Zumrut da zanîn ku eger hêzên navneteweyî dixwazin pirsgirêk çareser bibin, divê perspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo esas bigrin.
Di dawiha gotinên xwe de Zubeyde Zumrut bang li Kurdên li Ewropayê kir ku li pişta gelê xwe yê li Rojava bin û tevlî çalakiya 15’ê Sibatê ya Strasbourgê bibin.



