Kongra Star a Helebê bi diruşma “Li hemberî dagirkerî û qirkirinê em ê berxwedana jinên Efrînê û Şehbayê bi ser bixin” panelek li dar xist û hin xalên ji bo vegera ewle ya koçberan û têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker diyar kirin.
Rêxistina Kongra Star a Helebê ji bo nîqaşkirina rêbazên xurtkirina jinan li hember paşguhkirin û êrişên dijî wan li hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê panelek li dar xist.
Di panelê de endam û nûnerên ji partiyên siyasî, saziyên sivîl, tevger, rêxistinên jinan û koçerên Efrîn û Şehbayê beşdar bûn.
Endama Koordînasyona Kongra Star Reyhan Elo mijara panelê xwend.
Reyhan bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker li hember Kurdan, bikaranîna krîza Sûriyeyê, hewldana wê ya piştgiriya komên çekdar û tundraw ji bo têkbirina projeya Kurdan li Sûriyeyê û got li beramberan van hewldanên dewleta Tirk Rêveberiya Xweser xeta sêyemîn anku xeta parastina gelê hilbijartiye.
Reyhan niyetên dewleta Tirk a dagirker aşkera kirin û wiha domand: “Kî berxwedana Efrînê ya 58 rojan jiyan kiriye, baş dizanin ku digel bêdengiya navneteweyî çawa Efrîn hat dagirkirin.
Plana qirkirina etnîkî bû. Gel bi darê zorê hat koçberkirin û berê xwe da herêmên Şehbayê û li wir bi cih bûn heta ku bi rûmet vegerin warê xwe.”
Têkildarî berxwedana koçberên Efrînê li Şehbayê jî Reyhan wiha pê de çû: “Şehba xaka berxwedanê û qada tesfiyekirina hesaban di navbera hêzên tarî de bû. Biryara vekişandina gel ji wir jî, ji bo parastina gel bû.
Ew kêlî ji mirinê pir nêzîk bûn. Çarenûs hem ji bo koçberên Efrînê hem ji bo şêniyên resen jî ne diyar bû.”
Dûre beşdaran nîqaş kir. Koçbera bi navê Esmehan Seydo got: “Azadiya Efrînê bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, her du bi hev ve girêdayî ne.”
Her wiha Heyat Birîm a ku ji Şehbayê koçber bûye got: “Me 7 salan bi derfetên herî kêm li Şehbayê têkoşîn kir, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev yek jî qebûl nekirin û careke din êrişî me kirin da ku me qir bikin û tune bikin.
Lê nizane rîçalên me xwe kûr berdane erdê û bi hêsan nayên hilkirin.”
Berdevka Komîteya Edaletê ya Mala Jinê li Helebê û rêvebera berê ya Mala Jinê ya li Şehbayê Yasmîn Ebdulqadir axivî û got: “Me piştî koçberiya yekemîn a ji Efrînê ve xwe bi rêxistin kir, em bi hêsanî teslîm nabin.
Me ji bo rizgarkirina xaka xwe gelek şehîd dan.
7 salan dagirkeriyê nikarî vîna me têk bibira û di dawiyê de careke din bi darê zorê em koçber kirin.”
Di dawiya panelê de daxuyaniyek hat dayîn.
Endama Kongra Star Xemgîn Ehmed bi zimanê ereb û Reyhan Elo bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî em xwe dispêrin diruşma ˋli hemberî dagirkerî û qirkirinê em ê berxwedana jinên Efrînê û Şehbayê bi ser bixinˊ.”
Her wiha di daxuyaniyê de bernameya kar hat diyarkirin ku; çalakiyên li dijî siyasetên dagirkerî û qirkirina etnîkê dewam bikin, ata têkoşînê ya ji bo têkbirina dagirkeriyê were mezinkirin, xeta xweparastinê esas were girtin, çalakiyên ji bo şermezarkirina dagirkeriyê werin şopandin, kiriyarên derexlaqî yên li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî werin teşhîrkirin, detayên fermî yên binpêkirinan ji rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re werin şandin, daxwaza ji ragihandina azad were kirin ku derbasî van herêman bibe ku bi zelalî rûdanên li van herêman ji raya giştî re werin aşkerakirin û daxwaza mafên rewa yên vegera ewle ya koçberan were kirin.



