Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî diyar kir ku hêzên wan li gelek eniyan li dijî dagirkeran li ber xwe didin.
Her wiha anî ziman ku hêzên wan li dû şaneyên bermahiyên rejîma Baas û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê jî ne.
El Şiêtî destnîşan kir ku xebatên wan bi hevkariya rûspî û şêxên eşîrên Dêra Zorê pêk tên û got:
“Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê li hemû deverên herêmê operasyon pêk anîne û gelek çete hatine girtin.
Ew çete niha di destê dezgehên pêwendîdar de ne û gelek çek bi wan re hatin desteserkirin.”
Xebat El Şiêtî di dawiyê de got ku ew li dû van çeteyan in û rê nadin ku kes ewlehiya herêmê têk bibe.



