Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan zanîn ku ew rêveberiya li Şamê red dikin, ji ber ku kujerên jinan di nav wan de ne û gotin:
“Em weke jin dixwazin bi rengekî çalak tevlî pêvajoya siyasî bibin.”
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo bal kişand ser girîngiya avakirina Sûriyeke demokratîk û got:
“Sûriyeke demokratîk divê pir rengî be. Divê gel, bawerî û mezhebên li Sûriyê bi hev re bijîn.
Di nava vê Sûriya nû de em dixwazin jin bi rengekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî bibin.”
Hevseroka Meclîsa Gel a Efrîn-Şehbayê Muşîre Mele Reşîd anî ziman ku hewl tê dayîn Sûriye li pergala berê bê vegerandin û wiha anî ziman:
“Kesên ku tevlî ‘Konferansa Serketinê’ bûn ji sûcên li dijî gelê Sûriyê berpirsyar bûn.
Bi taybetî şehîdxistina Hevrîn Xelef û dewamkirina sûcên li Efrînê, mînakên şênber ên vê yekê ne.”



