Bi armanca ku jinûve çeteyên DAIŞ’ê nûjen bike, dewleta Tirk a dagirker DAIŞ’yên ku ji Iraqê ne li kampên Ezaz û Idlibê perwerde dike, ji bo êrîşî Kurdan bikin.
Dewleta Tirk ji bo perwerdekirina çeteyên DAÎŞ’ê yên ji Tilefer û Mûsilê kampên leşkerî ava kir.
DAÎŞ’iyên ku serçeteyê bi navê ‘Eşref Antakî’ serkêşiyê ji wan re dike, ji bo êrîşî Kurdan bikin têne perwerdekirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke taybet hate wergirtin, dewleat Tirk hewl dide li Şengal, Mexmûr û tevahiya Iraqê DAÎŞ’ê nûjen bike.
Li derdora Ezaz û Idlibê bi dehan kamp hatin avakirin û li van kampan li gel penaberên Iraqî û Sûrî endamên DAÎŞ’ê têne perwerdekirin.
Çete ji van kampan ber bi herêmên cuda yên Sûriyê û Iraqê ve têne şandin.
Nêzî hezar û 200 çeteyên DAÎŞ’ê yên hatin perwerdekirin, piraniya wan ji Tilefer û Mûsilê ne.
Di hedefa van çeteyan de jî Minbic, Efrîn, Kobanê û herêmên din ên dagirkirî hene.



