Çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser rênedana alîkariyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bang li hikûmeta Başûr kirin ku ne bi gotin, bi piratîk alîkariya Rojava bike.
Çavdêrê siyasî yê Helebce Aram Hawremî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rake û got:
“Divê partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi baldarî tevger bikin.
Dewleta Tirk a dagirker ti carî nabe dostê Kurdan.
Di vê çarçoveyê de divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi piratîk alîkariya Rojava bike..
Çalakvan Werzêr Cemal anî ziman ku mijara Rojava bûye mijarek cîhanî û wiha anî ziman:
Xelkê herêma Başûrê Kurdistanê dixwaze alîkarî bigihîne xwuşk û birayên xwe yên li Rojava.
Mixabin PDK rê nade ku alîkariyên mirovî bên şandin.
Divê hemû alî bibe hevkar ku deriyê sînor bê vekirin.



