Li Helebê komên çekdar hejmareke welatiyên Kurd revandin.
Li gorî hin çavkaniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, welatiyên hatibûn revandin hatin berdan, ji bilî 3 kesan.
Li gorî agahiyan li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bendên kontrolê yên girêdayî El-Emşat ava dikin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan jî ragihand ku komeke çekdar li Helebê erebe disekinandin û li nasnameyan dinêrîn.
Piştî li nasnameyên wan nerîn, çend ciwanên Kurd daxistin.
Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku çi erebeyên bi nimreyên Efrîn an jî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bin, tên sekinandin û kesên di wan erebeyan de tên revandin.



