Guhertina navê Hollanda bi awayekî fermî wê navê “Netherlands” bikar bîne

Dewleta Hollandayê li gorî biryara ku daye, ji destpêka sala 2020’an û pê ve êdî wê navê Nederlandê bikarbîne.
Bi vê biryarê re wê li hemû karûbarên fermî navê “Netherlands” were bikaranîn.

Dewleta Hollandayê li gorî biryara

Radyoya NOS a Nederlandê duh ev biryar ragihand û diyar kir ku divê ji niha û pê ve desthilatiya xwecihî, zanîngeh, şîrketên taybet û dezgehên ragihandinê yên çapkirî li şûna Hollanda navê Nederland bikar bînin.

Hikumeta Nederlandê di wî fikrî de ye navê Hollandayê bi karên maddeyên hişber û fihûşê hatiye nasîn û eger dev ji vî navê berde dikare xwe ji van nêrînan rizgar bike.

Ji bo guhertina nav bi qasî 200 hezar Euro lêçûn çêbibe.

Biryara ji bo guhertina navê “Netherlands” ê di destpêka Cotmeha borî de hatibû girtin.

Leave a Reply

Back to top button