Şervanê QSD’ê şehîd Sîpan Reqa (Mihemed El Hemze) ku di berxwedana li Dêr Hafirê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hat oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Sîpan Reqa (Mihemed El Hemeze) 3’yê Sibatê li Dêr Hafirê di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hat oxirkirin.
Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, endamên meclis, komîn û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî merasîma cenaze bû.
Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê yên kantona Firatê Hemze Mihemed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Hemze Mihemed got: “Şehîd bi fîzîkî diçin, lê bîranînên wan zindî dimînin.
Divê em layiqî şehîdên xwe bin.”
Hemze Mihemed anî ziman ku şehîd Mihemed kesekî welatparêz bûn, ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawîz nedida.
Hemze Mihemed soza şopandina rêya şehîdan da.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Muhened El Debai jî di merasîmê de axivî.
El Dabi axaftina xwe bi xwedina hin ayetên Quranê yên li ser şehîdan dest pê kir.
El Dabi got şehîd Mihemed Hemze xwedî exlaqekî bilind ê şoreşgerî bû, qehremaniya wî bandor li tevahî hevalên wî yên fermandar û şervanan kir.
Muhened El Debai bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dadgirker ên li ser herêmê jî û diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide projeyên aştiyê têk bibe û aştiya navxweyî tune bike û wiha pê de çû: “Ji vir, em teqez dikin ku Sûriyî divê çarenûsa xwe dûrî destwerdanên derve diyar bikin.
Em ê têkoşîna şehîdan bidomînin heya Sûriyeke yekbûyî ava bikin ku mafên hemû pêkhate û rengan tê de mîsoger bike.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Sîpan Reqa bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd” li Pakrewangeha Şehîdan a li Hikumiyê hat definkirin.



