11 partiyan helwesta xwe der barê avakirina Sûriyeya nû de anî ziman û diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wan di tevahî lihevkirinên siyasî, leşkerî, îdarî û aborî de dike. Partiyan banga yekitî û aştiyê kir.
Nûnerên 11 partiyên siyasî yên li kantona Reqayê, der barê geşedanên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê de li ber Deriyê Bexdadê yê li rojhilatê bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê berpirsa Nivîsgeha Partiya Kesk a Demokrat Eyşe El Casim ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wekî tê zanîn ji ber geşdanên siyasî û leşkerî yên li ser asta Sûriyê rû didin, nemeze piştî ku hikumeta demkî bêyî amadebûna tevahî hêzên siyasî û civakî Ehmed El Şeri wekî serokê Sûriyê destnîşan kir, em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin.
Ev qonax dê siberoj û qedera tevahî Sûriyeyên li gelemperiya erdîngariya Sûriyê diyar bike.
Em jî wekî partiyên siyasî yên li bajarê Reqayê dê mîna Sûriyeyên din jî di avakirina Sûriya nû ya li ser bingehên demokrasî û hemwelatîbûnê de beşdar bin da ku gelê Sûriyê bi azadî, ewle û rûmet bijî.
Ev qonax qonaxa avakirina Sûriya nû ye, ev qonax gelekî hesas e, lew ra xebat û nêrîneke hevpar tê xwestin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li piraniya bajarên Sûriyê tevliheviyek heye û wiha hate gotin:
“Rewşeke bê istiqrar heye, ligel vê jî binpêkirin li dijî welatî, taîfe û etnîkan tên kirin.
Divê binpêkirin ku qanûnên mafên mirovî û pîvanên navneteweyî derbas kirine, bilez werin rawestandin.
Ev binpêkirinên ku ji aliyê komên tundraw ve têne kirin rewşeke bitirs di nava gelê Sûriyê de çêkir, di heman demê de nerihetiyekê li hemberî vê serkeftinê û vê hikumetê çêdike.”
Îşaret bi êrişên komên çete dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina beşek ji xaka Sûriyeyê hat kirin û hate gotin:
“Mixabin heye niha ev koman di pergala leşkerî ya hikumeta Şamê de ne û di beyannameya serkeftinê de beşdar in. ”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em banga aştî û hezkirinê dikin. Em nûnertiya gelê xwe yê kantona Reqayê dikin.
Li ser vê yekê em li pêşberî her kesî teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyê dikin.
Ji bo tevahî xaka Sûriyê jî banga agirbestê dikin. Em bang dikin ku balafirên dewleta Tirk a dagirker ji xaka me bên dûrxistin.”
Di daxuyaniyê de banga diyalogên navxweyî yên Sûriyeyî yên dûrî aliyên derve hate kirin.
Hate diyarkirin ku divê rola jinan di avakirina siberoja Sûriyê de pêşeng be û wiah dewam kir:
“Ji ber berpirsyariya me ya nîştimanî li hemberî gelê me, em teqez dikin ku Rêveberiya Xweser nûnertiya me ya di tevahî lihevkirinên xwe yên siyasî, leşkerî, îdarî û aborî yên li gel hikumeta Şamê û tevahî qadên navneteweyî de ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana QSD’ê hat silavkirin.



