Akademîsyen û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin di gotara xwe ya ji bo Hellas Journalê de destnîşan kir ku divê MÎT’a Tirk weke rêxistineke terorîst bê dîtin û got ku endamtiya dewleta Tirk a li NATO’yê divê ji MÎT’ê re nebe mertalê parastinê.
Michael Rubin bibîrxist ku çawa Amerîka Pasdarên Şoreşa Îranê û Hêza Qudsê ya Îranê xist lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî, divê MÎT’ê jî têxe vê lîsteyê.
Michael Rubîn sedemên vê jî wiha rêz kir:
2015’an de rojnamevan Can Dundar bi belgekir ku çawa MÎT çekan ji rêxistina terorî El-Qaîde DAIŞ’ê re dişîne.
Rayedarên Emerîkî di wê baweriyê de ne ku MÎT di warê çekdarkirin û rêxistinkirinê de hevkariya DAIŞ’ê kiriye.
Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê tespît kirin ku MÎT hewl dide çek û teqemeniyan bigihîne Hemasê.
Di sala 2017’an de li Washingtonê êrişa li dijî muxalîfên Tirk û Kurd ên ku Erdogan protesto kirin jî ji aliyê MÎT’ê ve hat organîzekirin.
Her wiha MÎT destekê dide komên terorîst ên li Pakîstan, Somalî û Lîbyayê.
Divê Washington, Bruksel û Atîna MÎT’ê wek rêxistina terorê ya biyanî nas bikin.



