HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Zap û Metînayê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin:
Di encamê de gelek kel û pelên leşkerî yên dagirkeran hatin bêkêrkirin.
HPG’ê diyar kir ku dagirkeran 18 caran bi teqemeniyên qedexekirî 37 caran jî bi balafiran qadên gerîla bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da.
HPG’ê diyar kir ku yekîneyên gerîla li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metînayê li dijî dagirkeran gelek çalakî lidar xistin.
Li gorî daxuyaniyê
“31’ê Çile gerîlayên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xistin.
Her wiha di heman rojê de drona bombebarkirî ya dagirkerên li girê Amediyê hate xistin.
1’ê Sibatê jî li heman qadê projektoreke dagirkeran bi taktîka sekvaniyê hate îmhakirin.
3’ê mehê jî kamerayeke mobesse û sensorek dagirkeran hate bêkêrkirin.
Her wiha di 5’ê mehê jî hêzên gerîla li Qada Berxwedanê ya Neqeba Azadiyê gelek caran destwerdanî tevgera helîkopteran kirin.
HPG’ê diyar kir ku dagirkerên li herêma Metîna jî dema di nava hewildana berfirehkirina dagirkeriyê de bûn rastî bersiva gerîla hatin.
Bi vê re gerîla bi çekên ferdî destwerdan kirine û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Her wiha gerîla li Qada Berxwedanê ya Şêlazê û Serê Metîna jî li dagirkeran dan û derb li çeperekî dagirkeran hate xistin.
Qadên gerîla 55 caran hate bombebarankirin
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker, 18 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 37 caran jî bi balafiran qadên gerîla bombebaran kir.



